• mem ararat'ın kurdîka albümünde olan bir ağıt.

    hebû tinebû rahmet li dê û bavê guhdara,
    li rêwiya, li sêwiyê li ber hêt û diwara
    guh bidin vê çîroka ji dengê bayê barana!
    geli dost û hevala!
    çiroka me destpênake bi merhabayekê
    destpêdike bi xatirxwestin û çend gazina.
    kulîlkek e kurdika. kulîlkek e çiyayî û kurdistanî.
    çiroka wê ne çiroka şereki ye
    çiroka evînek şikestî û; emrekî pelweşandî ye.

    ev evîn tayeke sar e,
    rê û hesret û adare,
    pêt û agir jê dibare,
    çi har e har e har e

    jê dûr ketin dilê m êşî,
    dibe tofan erd dihejî,
    ne dikuje ne dihêlî,
    çi jahr e jahr e jahr e

    lê nêviyê rê bê taqet mam,
    gazî dikim nade alan,
    encax bi te wê bê gulan,
    tu were were were

    li qirava emrekî şikestî,
    ji bo nîsanê tu buyî hêvî,
    çava diçe û min dihêlî?
    wa nabe nabe nabe

    ger tu jî nebe sebra min,
    gul û kulîlka baxê min,
    wê zivistan be havîna min,
    tim sar e sar e sar e

    dişewitîne êşa kevnar,
    dibe şewta dojehek sar,
    min re dinale kevr û dar,
    ha ware ware ware
hesabın var mı? giriş yap