şükela:  tümü | bugün
  • şivan perwer şarkısıdır. bu şarkının sözlerinin türkçe anlamı merak konusudur.
  • awaz peyman û soze
    çep û çîz û bahoze
    nevîçirka cegerxwîn
    bûka çiyayê pîroze

    huner çep û çepele
    şev û roj here were
    karê me kurda eve
    xebat û kêyf û şere

    şivano lêxe lêxe
    derdê dilan derê xe
    keç û kûr evîndarin
    govendê xwe jî lêxe

    gaziya te ji dil tê
    ji kovanên di kûl tê
    beko meko dê çikin
    piştî reşê rewşen tê

    rê dûre delîv tenge
    huner evîn û cenge
    şivano bêje bêje
    êvare li me derenge
    (cegerxwîn)

    lo me çi kir, me çi kir?
    me xwelî li serê xwe kir.
    ma ne şerm û fedî ye.
    ev doza me jî bo çi ye?

    çend gotina ez ê bêjim, ez ne dîn im ne gêj im.
    hêşê min li serê min e, her tişt ber çavê min e.

    ger hûn dibên serxwebûn, nebin dijminê yek bûn.
    şer bikin hember romî, lê pişta xwe nedin şamê.

    dibêjin şam şekire, lê welatêm şîrin tir e.
    dibêjin şam şekire, kurdistan şîrin tir e.

    ger pêşt bidin tehranê, bombe tên weke baranê.
    ger pêşt bidin tehranê, bombe tên weke baranê.

    ger pêşt bidin bexdayê, tev ax çi şerm e lê dayê.
    ger pêşt bidin bexdayê, ax çi şerm e lê dayê.

    lê meclîsa enqerê, dîsa nebin kolên berê.
    lê baytextê enqerê, dîsa nebin wek kolên berê.

    gel avrûpa bûn mêvan, nebin pepûk û perîşan.
    gel avrûpa bûn mêvan, nebin reben û perîşan.

    ger xort bibê doza we, vê pirr bin hevalên ve.
    ger bihêz bibê karê we, gel dibin hevalên ve.

    pişt nedin dijminên xwe, bawer bikin gelên xwe.
    pişt nedin dijminên xwe, bawer bikin gelên xwe.

    ger wa biçin ev karan, em xelas nabin tu caran.
    ger wa biçin ev karan, em xelas nabin tu caran.

    nerevin jî barê giran, bawer bikin kurdistan.
    nerevin jî barê giran, bawer bikin kurdistan.

    bê organîze û rêxistin, tu car em xelas nabin.
    bê partî û rêxistin, dijmin jî me natirsin.

    pirr giran e barê we, lê zor pîroz e doza we.
    pirr giran e barê we, pîroz dikin doza we.

    kesên serok û sekreter, pêşî ew dibin rêncber.
    lê kesên serok û rêber, pêşî ew dibin rêncber.

    lo de çêkin de çêkin, vê dozê xweş bi rê kin.
    vê xwelî li ser xwe rakin, da em welat ava kin.

    `:https://www.huzursayfasi.com/…sarki-sozleri-s1.html` *