• (bkz: 33 kurşun)
  • bir ciwan haco albümü ki içinde remix olmayan haliyle şahane gulek şarkısını barındırır.
    (bkz: güneşe yolculuk)
  • ciwan haco'nun en iyi albümlerinden biridir. albüme ismini veren sî û sê gule şarkısı ahmed arif'in "otuz üç kurşun" adlı şiirinin çevirisidir. bildiğim kadarıyla ciwan'ın albümleri arasında okuduğu tek çeviri şiirdir. ne zaman bu şarkıyı dinlesem keşke çeviri üzerinde biraz daha kafa yorsaydılar derim.
    albüme ismini veren bu şarkı 4 bölümden oluşan uzun bir şarkıdır, kusursuzdur diyebilirim. ama şiirin çevirisi için aynı şeyi söyleyemeyeceğim, bana göre yetersiz bir çeviridir, yer yer tamamen kelimeler çevrilmiştir. çevirisi nedîm hekarî'ye aittir.
    bunun dışında diyalog, nikarim, gund û bajarên çadirî, gulek, torîna min gibi parçalar ayrı ayrı övgüyü hak eden parçalardır. albüm 1991 yılında çıkmıştır.

    albümde yer alan şarkılar:
    sî û sê gule 1-2-3-4
    diyalog
    nikarim
    gund û bajarên çadirî
    torîna min
    tu ciwanî
    gulek
    diyarbekir

    inetrnetten bulduğum çevirileri karşılaştırarak ve şarkıdan da dinleyerek, düzeltmelerle oluşturduğum en düzgün hâliyle,
    şarkının kürtçe sözleri şu şekildedir:

    ı
    ev çiya, çiyayê mengenê ye
    dema li wanê roj diavê
    ev çiya, zarokên nemrûdê ye
    dema li hemberî nemrûd, roj diavê
    aliyekî te berf digre
    bergeha qefqasan e
    aliyekî te sicade milkê ecem e
    li serî guşiyên cemedê
    li ser avan kevokên revok
    keriyên xezalan û refên kewên gozel
    mêrxasî nayê înkarkirin
    di şerê yeke-yek de ew qet neketin bin
    ji hezar salan vir ve zilamên vê derê
    agahdariya hatinê em ji kuderê bidin
    ne refên qulingan e ev
    ne koma stêrkan e li ezman
    dilên bi sî û sê gule
    sî û sê kaniyên xwînê
    naherike, bûye gol, li vî çiyayî

    ıı
    ji bin kaş kîvroşkek rabû
    pişt belek, zik çilpisî
    belengaz, ducanî, kîvroşkeke çiyê
    dil, di dev de wisa reben
    meriv tîne tobê
    tenha tenha bûn, dem bêqisûr
    berbangeke tazî bû
    nihêrî, ji sîh û sisiyan yek
    di zik de valahiya giran ya birçîtiyê
    por û rih bûne bihostek
    di pêsîrê de sipih
    mil qeydkirî
    mêrxasekî kezeb pola
    nêhirî, carekê li kîvroşka belengaz
    carekê li pişt xwe
    filînta wî ya delal hate bîra wî
    ku di bin balgîfa wî de xeyîdî ye
    hat bîra wî caniya ku ji deşta heranê anîbû
    anîbû, bi moriyên şîn û beş
    simsipî, beza, tolaz û reqsok
    mehîna wî ya qemer û seglawî
    çawa firîbûn li ber xozatê
    eger niha weha bêçare û girêdayî
    weha li pişt wî lûleke sar nebûya
    dê bikarîbaya xwe bi siparta bilindahiyan
    ev çiya, çiyayên dost, qedrê wî dizanin
    bi xwedê ev dest mere rûreş nakin
    ev destên hoste
    ku di carekê de, xweliya cixarê vêketî
    zimanê koremarên ku di bin tavê de
    mîna çîkekî du benda difirîne

    ev çav tu caran nehatine xapadin
    ev çav ku ji pêş ve dibînin
    qiyameta geliyên ku li benda aşîtan e
    û bi bêbextiya bi berf û nerm
    ya hindefan, bêçare
    ew dê bihata kuştin
    ferman bêhêvî bû
    êdî bila çavên wî marzarokên kor
    dilê wî teyrên berata bixwara

    ııı
    ez hatime kuştin
    li gelîkî xalî, yê çiyê di dema nimêja sibê de
    di nav xwînê de, bi dirêjayî
    ez hatime kuştin
    xewnên min ji şevan tarîtir
    kes napirse rewşa min
    canê min distînin bêecel
    nikarim têxim ti pirtûkan
    paşayekî şifre daye
    hatime kuştin bê mehkeme, bêpirs
    kirîvo halê min eynî wiha binivîse
    dibe ku bêjin riwayet e
    ev ne memikên gulî ne
    guleyên domdomê
    di devê min de wesle wesle
    di devê min de wesle wesle
    di devê min de wesle wesle

    ıv
    fermana kuştinê bi cih anîn
    mija hêşîn, ya çiya
    û bayê sibê yê hênik û sivik
    di nava xwînê de hiştin, hiştin
    paşê li wê derê tifing daçikandin
    li paşilên me hûr hûr nêrîn, lê geriyan
    pişta min ya sor, malê kirmanşah î
    tizbî û qutiya min birin û çûn
    hemû jî diyarî bûn ji ecemistanê
    em kirîvê hevin, merivê hevin
    û bi xwînê girêdayî hevin
    bi gund û zeviyên li hember hev
    xinamiyê hevin
    ji sed salan û vir ve
    cîranê hevin mil bi mil ve
    mirişkê me tevlî hevdû dibûn
    ne ji nezaniyê lê j' xizaniyê
    em ji pasportê dilsar bûne
    ewa cirmê sebeba qetla me
    êdî navê me derkevê bi kelaşiyê
    îsatvan, rêbir, xayiniyê, kirîvoo

    kirîvo halê min eyni weha binivîse
    dibe ku bêjin riwayet e
    ev ne memikên gulîne
    guleyên domdomê
    di devê min de wesle wesle

    de lêxin lawo, lêxin
    ez bi hesanî nayêm kuştin
    di kuçikê min de, hîn agirê venemirî
    û çend gotinên min hene
    ji kesên, fama re
    bavê min çavên xwe dan
    li ber ruhayê
    û sê birayên xwe jî
    sê darên spehî,
    wek sê çiyayên, ji emrê xwe têrnebûyîbûn
    ji bircan, ji giran, ji minaran
    dema kirîv pismam, kurên 'eşîran
    li hember guleyên feransî şer dikirin
    xalê min yê biçûk, nezif
    simbêlên wi nû derketibûn
    delal, siwarekî baş
    gotiye de lêxin birano,
    roja namûsê ye
    û hespa xwe rakiriye ser piyan
    kirîvo halê min weha binivîse
    dibe ku wekî
    riwayet were fehm kirin
    ev ne memikên gulîne
    guleyên domdomê
    di devê min de wesle wesle

    ahmed arîf
    wergêr: nedîm hekarî

    albümü dinlemek için:
    https://youtu.be/tm50hh1v0l4

    şiirin türkçesi:
    https://www.siir.gen.tr/…med_arif/otuzuc_kursun.htm
  • özellikle 2. bölümün introsu dinlediğim en iyi blues/jazz yorumlarından biridir. "emprovize hali nasıl olurdu acaba?" hala da merak ederim.

    ciwan haco'nun satın aldığım ilk kasedidir.
hesabın var mı? giriş yap