• şivan perwerin 1988 yılında piyasaya sürdüğü helebçe albümünde yer alan parça. sözlerini bulamadım, bulursam yazarım inşâallah...
  • şivan perwer'in helebçe albümünden bir parça. söz ve müzik şivan perwer ve alan botan'a aittir. özellikle arada kullanılan müzik çok güzeldir. son dizede albümdeki bir sonraki parça olan hevalno'ya bağlar.

    http://www.youtube.com/watch?v=zcm2fquhyzs

    *
    zindan tarî çav girêdayî
    ling û dest li bend û zincîr
    lêdan, îşkence, zilm û zorî
    bi sala ye dikşîne û li ber xwe dide, girtiyê azadiyê
    ji bo evîna xwe, hêvî, bendewarî û armanca xwe
    dixwaze gelê xwe rûsipî derxîne
    azadiya wî pêk bîne
    bi sala ye girtiyê me bendewarî evînê ye
    evîndariyê azadiyê ye
    bi hevalên xwe re mijûl dibû carna û stranên xwe digot
    carna îşkence û zilm li zindana tarî

    hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê
    çavên min girêdayî lê lê lê lê yadê
    zilm çiqas dijwar e lê lê lê lê yadê
    li vê zindana tarî lê lê lê lê dayê

    dengê deriyê hesin tê, dengê lingê cûnta tê
    û deriyê hesin dîsa vedibe lê lê lê lê yadê
    dengê lingê cûnta tê lê lê lê lê dayê
    dengê zilm û îşkencê lê lê lê lê yadê
    çi qêrîn û hawar tê lê lê lê lê dayê

    va vekirin deriyê min û bi dar xistin destê min
    zincîr xistin lingê min, zilma xwe destpêkirin
    hoy hoy lê lê lê lê yadê, lê lê lê lê dayê,
    zilma xwe destpêkirin lê lê lê lê dayê, lê lê lê lê yadê

    û pirsan ji min dipirsin lê lê lê lê dayê
    ku tirsê têxin dilê min lê lê lê lê dayê
    her lêdanê li min didin lê lê lê lê yadê
    lê ew bixwe ditirsin lê lê lê lê yadê
    wek navê xwe ez dizanim lê lê lê lê yadê
    ez perwerê niştiman im lê lê lê lê yadê
    ser didim ez sir nadim lê lê lê lê dayê
    bawer im baş dizanim lê lê lê lê dayê
    vî dijminî ez nasdikim lê lê lê lê yadê

    hucra min çiqas sar e
    dest berdan û çûn
    çavên min girêdane
    hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê hoy hoy
    û carê ban hevalê xwe kir
    weke dengê wan têkeve newalan, best û çîyan
    biçê heta pêşmergan, li şaxên kurdistanê bilind dibin
    wa hevalno hevalno ho
    *
hesabın var mı? giriş yap