şükela:  tümü | bugün
  • gotinên pêşîyan, kürtçe: atasözü.
  • ''götüne güvenen peşin alır''manasına gelir.
  • kürtçe: atasözleri.
    doğru yazılışı "gotinên pêşiyan" şeklindedir.

    kürtçe atasözü/türkçe karşılığı:

    aqlê sivik barê girane. - hafif akıl ağır yüktür.
    av bi bêjîngê nayê civandin. - elekle su toplanmaz.
    ava de serî; çi buhustek çi çar tilî. - başı aşan su; ha bir karış olmuş, ha dört parmak.
    ba ji tehtê çi dibe? - yel kayadan ne götürür.
    ban qul be binban şile. - dam delikse damdibi ıslaktır.
    behr bi devê kûçka heram nabe. - deniz itin ağzıyla haram olmaz.
    bela tên serê mêra. - bela yiğidin başına gelir.
    bext nadim bi text. - baht tahta değişilmez.
    bi dinyê bişêwir bi aqlê xwe bik. - dünyaya danış, aklına göre yap.
    bila avis be kengî dizê bila bizê. - gebe olsun da ne zaman doğurursa doğursun.
    bila dilê mi bi dil be bila tûrê kirasê mû li mi be. - gönlüm hoş olsun da varsın giysim kıldan olsun.
    bila hespê çê be bila bê nal be. - iyi at olsun da varsın nalı olmasın.
    bila rû bêşe zik ne êşe. - yüz acısın, karın ağrımasın.
    birîndar bi birîna xwe zane. - yaralı yarasını bilir.
    bişuğle weke mêra, bûxe weke şêra. - adam gibi çalış aslan gibi ye.
    çêlîkê mara bê jahr nabin. - yılanın yavrusu zehirsiz olmaz.
    çira ji korare def ji kerare bêfêdeye. - çıranın köre, davulun sağıra yararı yoktur.
    dara xwezîya şîn nabe. - keşke'nin ağacı yeşermez.
    deryê xwe bigir cîranê xwe diz dernexe. - kapını kapa, komşunu hırsız çıkarma.
    destê xebitî li ser zikê têre. - çalışan el tok karnın üstündedir.
    destkê bivir ne ji darê be dar nakeve. - baltanın sapı ağaçtan olmazsa ağaç devrilmez.
    dev dixwe rû fedî dike. - ağız yer yüz utanır.
    dêhn ne dêhnin; ê ji wan bawer dikin dêhnin. - deliler deli değil onlara inananlar delidir.
    dê û dotê şerkirin, bêaqila bawer kirin. - ana kız kavga ettiler, akılsızlar inandı.
    dibêjin tu li rê qede û bele li rê. - sen yola çıkınca kaza bela birlikte yola çıkar.
    dibêjin şam şeqire welat je şêrintire. - derler şam şekerdir vatan ondan daha tatlıdır.
    dinya guleke, bêhn bike û bide hevalê xwe. - dünya bir güldür, kokla ve arkadaşına ver.
    dinya li dinyê; çavê gur li mîhê. - dünya durdukça kurdun gözü koyundadır.
    dûjminê te gêrikek be jî dîsa hesabê xwe bike. - düşmanın bir karınca bile olsa önlemini al.
    dûr bî nure. - uzaklar ışıklıdır.
    eger xêr bê welatekîwê bigihîje hemi cîhê welât. - eğer bir ülkeye iyilik gelirse ülkenin her yerine ulaşır.
    erd birinc be, av rûn be, ku xwedî tunebe zû xelas dibe. - yer pirinç olsa, su da yağ, sahibi yoksa tez biter.
    eyarê bênamûsa firehe. - namussuzun postu geniştir.
    ez hêdî dimeşim bela dighê mi, ez zû dimeşimez dighêm bela. - yavaş yürüyorum bela bana yetişiyor, hızlı yürüyorum ben belaya yetişiyorum.
    ê dizya hunguv bike wê mêş pêvedin. - bal hırsızını arı sokar.
    ê jinê berde li panîyê nanêre. - karıyı boşayan ardından bakmaz.
    ê ne di şerde be şêre. - kavgada olmayan aslan kesilir.
    fala qereçîya lihev derdikeve. - çingenenin falı birdir, atar tutturur.
    galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana. - ağız ve dişlerin arasına düşen söz, kentleri memleketleri dolaşır.
    gîha dibin kevirde namîne. - taşın altında ot kalmaz.
    gur dîkujîn qîjak dixun. - kurt öldürür karga yer.
    ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket. - ha taş testiye değmiş ha testi taşa.
    hemi çêlek tên dotin, hemî gotin nayên gotin. - her inek sağılır, her söz söylenmez.
    hem serê xwe dişkîne hem jî xercê xwe dide. - hem başını kırıyor, hem de vergisini ödüyor.
    her gîha li ser koka xwe şîn tê. - her ot kendi kökü üzerinde yeşerir.
    her tişt ji ziravî mirov ji stûrî diqete. - her şey incelikten, insan kabalıktan kopar.
    heywana tu bigerînî wê erzan bibe. - gezdirdiğin hayvan ucuz olur.
    hinek dikin hinek dixwun. - kimi yapar kimi yer.
    hûrik hûrik dagir tûrik. - ufak ufak doldur dağarcığını.
    hur bajo kur bajo ga meşine. - ince sür, derin sür, öküzleri de yorma.
    ji hirçkê du eyar dernayê. - bir ayıdan iki post çıkmaz.
    kanya ku tu avê jê vexwî kevra navêjyê. - su içtiğin kaynağa taş atma.
    karê ne ji mire bayê wê di ser mire. - benim olmayan işin yeli üzerimden geçsin.
    keda helal dibe mû naqete, keda haram bibe werîs jî diqete. - helal ekmek kıl olsa kopmaz, haram ekmek halat da olsa kopar.
    kes nakeve gora kesî. - kimse kimsenin mezarına girmez.
    kumê rasta tim qetyayîye. - doğru kişinin külahı hep yırtıktır.
    ku te girt bermede ku te berda bi dû nekeve. - tuttunsa bırakma, bıraktınsa ardına düşme.
    kûçik ji kê bitirse bi wî alî direye. - köpek korktuğu yana havlar.
    malê axê diçe canê xulêm dêşe. - ağanın malı gider uşağın canı yanar.
    malê çamêrkî û xesîskî wek hev dire. - cömerdin malıyla cimrinin malı aynı oranda harcanır.
    mêrê qels du cara şer dixwaze. - güçsüz adam iki kez kavga ister.
    mirîşka bigere wê lingê wê bi zelq be. - gezen tavuğun ayağında pislik olur.
    mirov xwe bi destê xwe ne xurîne xura mirov naşkê. - insan kendini kendi eliyle kaşımazsa kaşıntısı geçmez.
    nan û pîvaz hebe nexweşî çavreşîye. - ekmek ve soğanın varsa hastalık çekememezliktir.
    ne dujminê xeraba bin; dujminê xerabîyê bin. - kötülerin düşmanı değil kötülüğün düşmanı olun.
    pisîk ne li male mişk evdirrehman'e. - kedi evde olmayınca fare abdurrahman kesilir.
    qantir nazê xwê şîn nayê. - katır doğurmaz, tuz yeşermez.
    rûyê reş ne hewcî tenîyêye. - kara yüze is gerekmez.
    serê du berana di beroşkêde nakela. - iki koçun başı bir tencerede kaynamaz.
    şerê sibehê ji xêra êvarê çêtire. - sabahın kavgası akşamın hayrından iyidir.
    şikefta sed pez heryê wê sed û yek pez jî heryê. - yüz koyunun sığdığı yere yüzbir koyun da sığar.
    şûr kalanê xwe nabire. - kılıç kınını kesmez.
    timayî birakuje. - tamah kardeş öldürendir.
    tirsa gur ji baranê heba wê ji xwere kulavek çêkra. - kurdun yağmurdan korkusu olsaydı kendine bir aba yapardı.
    tu cehnemê nebînî buhuşt bi te xweş nabe. - cehennemi görmezsen cennet sana tatlı olmaz.
    tu çi têxî kewarê wê ew bê xwarê. - dolaba ne koyarsan onu alırsın.
    xwedê ji yekîre xera bike diranê wî di pelûlê de dişkê. - allah birisinin işini bozarsa dişi sütlaçta kırılır.
    xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike. - köstebek ne kadar toprağı kazarsa başına döker.

    kürtçe atasözlerivol2:
    agir berda konê xwe da zomê
    agirê kuçikê timî germ e dereng sar dibe
    agir pêkeve bîhna pîso jê nayê
    agir xweş e lê xwelî jî jê çêdibe
    agir bi rihê yekî ketibû, yekê jî digo ez firîgê xwe li ber biqelînim
    adetên bav û bapîran, kerik xweştirin ji hêjîran
    afirê gamêşan bû warê qelse mêşan
    alîkî şîn e, alîkî dawete
    an bike nelerize, an neke nelerize
    aqilê giran mû kere
    aqilê sivik barê giran
    ap biraziya, xal xwarziya ra dike
    arvanê salê bi salêra diçe
    aş çûye li pey çeq çeqê ketiye
    aş digere bi avê, law dike karê bavê
    aşê dîna bê av digere
    av ronahiye, ji avê metirse
    av nafetile ba di cîkî da nasekine
    av zane di bin wê da çi heye
    ava golan bê tevger e
    av di golande genî dibehi
    ava hêdî hêdî me ecêb jê dî
    ava xurtan serhevraz e
    avê bi xwe ji kanî esîla, ne ji mesîla
    ava bin kayê ye
    ava bîrê bi bîrê tehl e
    avabûna malan di destê jinên çê dane
    ava çeman xuş e xuş e koçer nabên dewê min tirş e
    ava xwestî nakeve hestî
    ava miriyan nerêje nava deriyan
    ava rijiyayî nayê berhev kirin
    avê ku da ser serî çi buhustek çi du buhust
    avahî nabe bê asas mirov bi rojî û limêj nabe xilas
    avbûna gundan ji berahiya riyan ve kivş e
    avê qûna
    axa bi xulam e, xulam bi olam e
    axa bi deh gundên xwe ve bawer dike keyxosrew e
    axa li kêfê ye xulam li ber zikrêye
    axê amîna namîne li ser zaliman
    axa ji xulam ra got , xulam ji se ra got, se jî ji dêliya xwe re got
    axa rêyan tev dizane lê rêya qenciyên gel nizane
    axa tep davêjin, defterên kevn vedikin
    awa awa latkî, awa awa tebabkî
    azadî firehiya cîhanê ye
    azadiyê bêhtir tiştek giran buha nîn e
    azaya bi tirs bila qet tunebe
    agir pêkeve bi xwe nahese
    ser ban qul e, bin ban şil e
    bav çi seg be, wê law jî ew seg be
    bav ji bajêr tê, law jê re qise dike
    bav hersim dixwo, diranê law diseqînin
    bav ku pak bûya, ev zûriyet bi dû nediket
    bayê gurgurî weke jina virvirî
    bazar xweş e li bênderê, ne li zeviyê
    bar min naêşîne, bin bar min dêşîne
    baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e
    barana havînê şilkir binê kulînê
    barê ketiyan kes ranake
    barê serê bê aqil, ling dişkînin
    behsa gur dikin gur hazir in
    beq çiqwas kok dibe, qûn ewqas lê qalind dibe
    berxê xelkê ji meriv re nabin beran
    berxê nêr li ber du makaye
    berxê nêr ji bona kêr
    berxê têr şîr nexwar, bi kavirtî têr naçêre
    berkêş bi mêvana geş ?
    berfa hûr e, dawî dûr e
    ber bi mino ha ji xwe tino
    berya sicûrê xwe davê tenûrê
    bextê çil ro çile, tajiyê tûle û hespê qule tuneye
    behr bi devê se pîs nabe
    berxê çê li ber kozê kivse
    berx heta hetayî bin selikêde nabe
    belga darê dar dixemilîne
    bedewê çav kilkir dilê xortan kul kir
    berdana jinê edeta dinê
    beranê bisko bûya wê li nav pezê bavo bûya
    berê biedilîne paşê bi xemlîne
    beledê malê ne biyan e, kesê gund e
    beg timî xwînxwar in
    berf diçe erd dimîne
    berxa ku xwedê xweyî kir, guran nekuşt
    berxê sêwî beran jê dernayê
    berx û gurên tirkan bi hev re diçêrin
    berxên pir, ji mihên pir in
    betalî xirab malî
    bextê feqîra hebûya, gîsnê wan di axa nermda nedişkiya
    bextê reş mirovan dike nexweş
    beza hespê namûsa siwar e
    beza mirîskê heta kadînêye
    beza pisîkê heta ber kulfikê
    bi fisan çarşef boya nabe
    bide xwe bîr, bêje wek jîr ?
    bistîne kalan bixwe malan, tu çi dikî bi xortê kundir valan
    bipêje hê birêje
    binê malê heram mûye, serê wî çiyaye
    bila bixwenda paşê bigota
    bila jê bihata bila pêşî serê min bişkandana
    bila bizê nêr û mê ferq nîn e
    bila lawik şane be, bila maaş qet tune be
    bira ancax hewara bira da tê
    bitirse ji germa germ û mirovê nerm
    bi xêra seriya dixwe keriya
    bila diz hebin, şevereş gelek in
    bila ker ji mirov bibe, mirov ji kerê nebe
    bizina kol hînê danûya bibe, fetha wî nabe
    bizina belek, şivanê kulek, êvarê bihev re tên guhara teng
    bindest û ser dest, nabin yek dest ?
    birîna xeberan ji birîna şûr xiravtir e
    biratî bi baran, hîsab bi mîsqalan
    bi destê xwe mala xwe xirav kir
    bixwe mîna mêran, rabe mîna şêran
    birîna bi xwe nexwure rehet nabe
    bi lav lavê mirov ji ber jina xwe nare der
    bibe mal avakirî, nebe mal xerakirî bi benê xelkê nekeve bîrê
    biçûk li cihê xwe, mezin li cihê xwe
    biçûk biçûktî, mezin mezintî
    biçûkê malê, kûçikê malê
    biçûkê salê, gula malê
    bide netirse, bixwaze, bistîne şerm neke
    biçûk ku ligora mezina nekevin, wê lingê wan timî li keviran bikevin
    bi darê zorê tu tişt nayê pêş
    bi derziyê bîr nayê kolan
    bi dest bike, bi dev bixwe
    bi derziyê neçe ser şûjinê
    bi destê namerda neçe, bila av te bibe
    bi dilê mezina bizewice, bi dilê biçûka hez bike
    bi ewtîna seyan, ji rê namîne karwan
    kucik diewtin karwan diborin
    bi kulmê neçe ser dirêşê
    bilbil bi dengê xwe, mêrxas bi cenga xwe
    bila bextê mirov hebe bila çavek mirov tunebe
    bi nermî mar ji qulê tê der
    bi nanekî mirov nabe nandar
    bila mêr bi destê mêran bêne kuştin, ne bi destê qelse mêran
    bi îlmê mele bike, bi emelê mele neke
    bi mine minê, mirov xelas nabe ji jinê
    bi pirse ji kalê zemana, û xortê geriyayî
    bixebite heta xwîn di ber neynûgê te re bavêje
    bila rûyê mirov bêşê, zikê mirov nêşê
    bira xêra bira bixwesta, jina bira mar nedikir
    bîhna kiz, tê ji mala diz
    bigre û here, li paş xwe nenêre
    bihur bi dînan sax nabe
    bi qîzanî mîr bû, bi jinanî pîr bû
    bêwan binê gund û keça rind çavê herkesî lêye
    bê dev xeber nayên tev
    bêjin lal e nebêjin teral e
    bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kîyî --- dişibe gotina tirkan
    bê zanîn dijî ulmêye
    bêndera ku çêlek li ser bigere ew çi bênder e
    bê derpê bigere, stûyê xwe li ber zaliman xwar neke
    bêndera bê xweyî ji mirov re nabe bênder
    bêndera dereng nabe xwirê xweyî
    bê emrê xwedan pel ji darê naweşe
    bê serwerî girara pira nakele
    bê şêx û pîr neçe dîwana mîr, ku nekevî halê feqîr
    boxê ku quloçê xwe li diwara bixe, wê rojek quloçê wî bişkê
    bihar hat rakirin, payiz hat dakirin
    bihar û havînê rez, zivistanê jî pez
    biharê xwe têr neke, payizê xwe derengî nexe
    bû xwê ket agir
    bûka xalê delaliya malê
    bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkêye
    bûk bi dilê zavê ye çi pilepila melê ye
    cam dibe kitan dew dibe derman
    caran werin ber caran bi kerê werin ber bara
    cehşik mezin be jî dîsa ker e
    cejna salê bi salê ra dibûhure
    cêrê nû avî sar e
    ceribandin ji neceribandinê çêtire
    cewrên seyê dir timî dir in
    cihê bilind, ji mirovê nivz çêtire
    cihê pakî hebe, xerabî çiye
    cihê şêra rovî lê dikin gêra
    cîh heye rev ji mêraniyê çêtire
    cîranê xerab bihêle, diranê êşyayî bikşîne
    cîranê pak ji birayê nepak çêtire
    cota bira neçin guran
    çav ji çavan şerm dike bertîl keviran nerm dike
    çavê kor tune lê bextê kor heye
    çavê tirsonek singê sipî nabîne
    çend çiya hene yê kurdane
    çem ji kaniyan çêdibe
    çi bêjî jî li bejna siwarê min tê
    çilê reş debarê diqedîne li gayê beş
    çiqas sax bimînî, ewqas ecêban dibînî
    çiqas bibî mîr xwe neke ji bîr
    çi tê serê quling, ji qarîna quling e
    çiya çiqas bilind be wê rê pêkeve
    çiyayê bilind bê berf û bê rê nabin
    çiyayê bê gul weke mirovê bê dil
    çiya hewceyê çiyane
    çivîkek girtî ji qazek çolê çêtire
    çêlekek rêxotî garanê dilewitîne
    çêlekek bi şîr, ji deh mihên bê şîr çêtire
    çêre çiqwas nerm bibe di bin kevirda nasekine
    çû ber tira golikan
    çûçik li ser garisên feqîran datîne
    çav ji çavan şerm dike
    çiya bi ser hevre hene
    çavên birçî tucar têr nabin
    çav nînin şurin
    çem bê bihur nabin
    çû şamê hat dîsa kerê berê
    dar bi tûye, lê xwedî tûleye ?
    dasek nikare bi dehlek
    dawet tune li kefçiyan digere
    daweta mîran agirê feqîran
    daweta duduyan cenge cola hemûyan
    delîlê baranê baye, delîlê mirinê taye
    dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin
    dermanê xwestinê dahane
    derba evda asasê kilsêye xera nabe
    derziya xwe di serê xwe ra kir
    dest hilanîn fereca xêrêye
    devî hebe wê bibe dar, xwelî li serê bê war
    dewê buhara bide neyara
    dema ker bikeve heriyê, ji xwedî zeximtir kes tune
    devê wan li gebola wan
    devê pisîngê negîşt goşt, go min xêra dêw bavê hîşt
    deriyê gomê vebeberx ber bi mêşinê, kar ber bi bizinê dere
    dewar bi bennan, mirov bi sozan tên girêdan
    dema seg bezî gur, gur mir
    derê xwe rind kilît ke, cîranê xwe diz dernexe
    dewsa şûra rehet dibe, dewsa gotina rehet nabe
    deve nal kirin, rovî çû go:pe pe
    dema bextewerî nebe dost, feyde nake gera bost bi bosr
    derê jina xera nekirye hîna avaye
    derew sêwiye
    dew li aşiqa nayê
    dewet ferihî, berbûrî hedikîn
    deve û gur e
    destê wî rast naçe paxila wî
    destê te ne destê mêrkujaye
    dibê koro bide malê min, dibê nehê mala min
    dibê deve çima stûyê te xwar e, dibê çiyê min li kar e
    dibê kûsî tu çima pîsî dibê li eniya min nîvîsî
    dijminê bavê nabe dostê lawê
    dijminê dijminê mirov dostê mirov e
    dil heye taqet tuneye
    diran bi êş, derman kêş
    direw li biyaniyê, pesn li pîrîyê
    dibê te dinya çawa dî, dibêli gorî dilê xwe
    digerî li dewleta lez, xweyî ke rez û pez
    dînok di şîn û şahiyan de kifş dibin
    dilê xezeb mirov nagihijîne mexsed û miradan
    dinya dem e, gav petêxe gav lem e
    dinê li dinê çavê gur li bizinê
    dîwaro ji te re dibêm, bûkê tu fêm bike
    dibê dewlemendo pîroz be, feqîro te ji ku anî
    dixwo gebola zerî, diçe devê derî
    dibê kundo mirî pir in an zindî, dibê zindîkî zêdeye ew jî di bin emrê jinê deye
    dil neke jina bi mêr, diçe mal dike ji bîr
    dilê fireh pîr nabe
    dinya bûye kes, tu kes negotiye bes
    dil miqabilê dil e
    dizê malê ji malê be, ga di kulekê re derdikeve
    dil ku fireh be rê jê re gelek in
    dil li ser dil e, jê re nîn e tu derd û kul e
    dil wek şûşêye zû dişkê, lê dereng diceribe
    dirika xwe bi destê min dernexe
    diyarî qesp in, şûn diyarî hesp in
    diya zavê lotik davê, diya bûkê kûke kûke
    dîz ji beroşê re dibê wêde here rû teniyê
    dîzikê go ez rind im, heskê go di te de digerim
    dostê bi xêr ji birayê bêxêr çêtire
    don nekî çirê çire rohnî nade
    du parên xizaniyê nezaniye
    dûma her tiştî heye, dûma zilmê tuneye
    dûr here dirist here
    ebed û ebedî, her tişt dere li xwedî
    emerê çelengdar, xulamî kir ji hakim re sî û sê sal, tu car ji mêrê hakim nekir bawer û îhtîbar
    ez dengek pir tehl dibîzim, gelo tu dizanî çi deng e
    erdek hişk ezmanek bilind
    ê ku go kir mêr e, ê ku go û nekir nemêr e ê ku nego û kir şêr e
    emrê ku çû nede dû
    eger hinek mirov ker nebin , wê qîmeta kera zêde bûna
    erd birinc be jî, av rûn be jî, ku xwedî tunebe zû diqede
    erdê neyara bi buhurtaye
    erê erêye, na naye, erêna belaye
    ewê dîzikê çêke, wê çemil jî pêxe
    ecel ku bê nade mecal
    eşqa dizan şevereş in
    ew riya te berê xwe dayê ez jê hatime
    ew kare mirov tî bibe ser avê, tî bîne
    em çûn mala fatê fatê çû civatê
    ez hêdî diçim bela digihîje min, zû diçim ez digîjim belayê
    ez cehşika pê çi dikim
    ferhekî şêra , şêr e
    fermana devan hat, rovî reviyan
    fêtokî li mêran, kenokî li jinan nayê
    filankes kevirê reş e
    filankes manga bi gaye
    filankes gur e ewîdiye
    filankes miya fisineye
    filankes mirîşka gêj e
    filankes dij bijok e
    filankes çav pîs e
    filankes cila şil e
    filankes kerê bar e
    filankes gelaj e
    filankes cila helisiye
    filankes kevirê binê bîrêye
    filankes hirçê dehlêye
    filankes neynûg tune xwe pê bixwirîne
    filankes zaca helebêye, teniya bi don e
    filankesê qey kezeba gur xwariye
    filankeso mêş jê naêşe
    filankeso dibêjî qey qîza bi keziye
    filankeso çav li roja reş e
    filankeso çav li der e
    filankeso bûye gurê dev bi xwîn
    filankeso reşikê şevêye
    filankeso kore mar e
    gava dê bibe damarî, bav dibe filê kavarî
    gava xêr dibare guyê sêwiyan tê
    gava xwedê bide ha rakeve, ha rakeve, gava nede ha li bakeve, ha li bakeve
    gava dewlet birêse, ga golikê dialêse
    gava mêvan tên behra xwejî bi xwe re tînin
    gavan ber bi mal e, jina gavan şixulkar e
    gayê çê bi boran, mêrê çê bi xeberan
    gayê bor ra fîtik mane ye
    gayê sor sortiya xwe bernade
    gayê zexele timî li mexele
    gaziya dû siwaran, nagihîje xweyê xwe
    ger mirov xiraba nebîne, başa bi bîr nayine
    gelekan nede bi hendekan
    gere çar lîtir qûna mere hebe, mera karibe bi çar qurişa têde cî bidê
    girar bi xwê, xwê bi tem
    giyayê qeracan, malê muhtacan
    gundê bê rez, konê bê pez, mirovê bêje ez û ez hemî ne tu tişt e
    golikê beş ma li devê deriyê reş
    go kerengo warê te go ba zane
    gotina bikeve nava du lêvan dikeve nava du gundan
    go ziyaretê min gelek caran bi derewa bi te sond xwar, go min jî gelek caran mal li te xerakiriye, lê tu bixwe nizanî
    gul li gulê dinêre sor dibe
    guyê mişkan di qulikên dîwaran de pir in
    guran xwariye hirç mane
    gur ji baranê bitirsiya, wê ji xwe re kurk çêkirana
    ha dev got, ha qûnê got
    hat ji derda tompiz di berda
    hat ji newalê bû xwedî malê
    hebe erebiye, tunebe mirtibiye
    heft çîvrokên hirçê hene, her heft jî ser hermîyê ne.
    heft soberiyê kerê hene, dikeve avê ji bîr dike
    heke mirov ji rezek tirê xwaribe, nabe mirov pişta xwe bidê
    henekê wî henekê hirçan e
    hertişt ji ziravî dişkê, mirov ji stûrî
    heta serî sax dimîne qûn ecêban dibîne
    herçî li hespê hevala siware herî peyare
    hêştir ra dibin hev, hêstir û ker di bin lingê wan de diçin
    helaw ji jîrêzê çênabe
    herçî jar e, li havînê jî sar e
    heta aqilê paşî hat ê pêşî çû
    heta em bûn çav nas, dinya li me bû xelas
    her qazî bixwe razî
    her teyr b refa xwe re ye
    hevalbend î nameşe bi bêbext î
    hemû mêr nabin şêr
    hesinê germ bi hilmê germ nabe
    heftê çê bazdan hewşê
    hesinê bi asas ns dibe çakû ne jî das
    heta şîreta li xelkê dikî
    helhela gavanan siwariya kerane
    heta heleb bû heleb wexta pîra te çû
    heft mêrên beriyê çûn barê heriyê
    henek dibin genek
    heta cû rast nebe, av nayê berdan
    herin şênahiya, pirskin ji zarokan
    her tim naser nayê, û qirş û qotikan bi xwe re nayêne
    hersim bi qeriyê dibe helaw
    heta xidir xemilî, dawet betilî
    herkes xwe li ronahiyê digre
    hespê çê zenguyan nagihîjîne hev
    hestiyê bê minet, çêtire ji goştê bi minet
    heyfa serê ku çû
    hezar dost kêm in, dijminek pir e
    hezar bavê çê, esil şîrê dê
    hêter çiqas jî ji hev dûr herin guhê xwe tim li ser hevbin
    hirç diye li dû şopê diçe
    hîn bûyî ji harbûya zortir e
    hinek dikin, hinek dixwin
    hîv bibe du şevî, herkesê wê bibîne
    hî çiqas bedew be jî dîsa qusûrek wê heye
    hukumdar bibe pir, di ser ra derbaz nebe
    hukumdarê romê hevalê segan in
    hûrik zik dike tûrik
    ji bo nefsê ket hefsê
    ji derve meleye, ji dil ve fileye
    ji milka aş, ji haceta sim tiraş, ji mêra mêrê dike hîsabê pêş û paş
    ji heft sala salek sala seyane
    ji kerî por kir herî
    ji serê qijikê qelî çê nabe
    jin û mêr weke tevr û bêr
    ji xelkêre pispor e, ji xwe re kor e
    ji derda rî berda
    ji xelkêra hût e, ji xwe re kût e, hevalê ticarê rût e
    ji xelkêra xerad e, ji xwe re mal mîrat e
    ji sed axan axakî jî qenc dernakeve
    ji mehan ji salan mirov carek dibe mêvanê xalan
    ji mêra nav dimîne, ji gaya çerm dimîne
    ji hirçekî du eyar dernayê
    jin kelehe mêr girtiye
    jina xelkê ramûsankî, hespê xelkê meydankî, cilê xelkê roj û dankî
    ji xwediye, ne ji doxêye
    kalkî bavên xweşiya, xortkî bavên reşiya
    kalo nemir buhar tê, pîrê nemir pincar tê
    ka ne atebû kadîn jî ne atebû
    kara necar, qoşilê dara
    karê gavkî, xemên salkî
    karê karkeran namûsa xatûna
    karkeran kar kir xeraba benîşt cût
    kasan malêse, bi alastinê zik têr nabe
    kaya kevin li ba nabe
    ker kuda here jî kere
    ketî bi xebatê radibe
    kes delalya kesî xweyî nake
    kes ji gurê xayin natirse
    kesî hevîrê xwe bi kalî nexwariye
    kes nakeve gora kesî
    kespa helal, ji karkeran ere ava zelal
    kevir giran e di cihê xwe de
    kevirê aşê çiqas giran be jî aşvan bi fena xwe wî radike
    kevirên mezin, bi yên biçûk disekinin
    ker bi gem û hefsar, mêr bi soz û biryar
    kesê jinek bîne, divê an tûrek perê wî an jî barek derewê wî hebe
    keça bê bav û dê êvarê diçe sibê tê
    kerê reş dixwe tiştê xweş
    kesên ji cengê dûr e
    keroşk ji çiya xeyidiye, haya çiya jê tuneye
    kevn e pîr e, ji gotina re bîr e ?
    kes nekirî, kes nebirî, bi hev sitirî
    kera xwe bi ker da cilika xwe bi ser da
    keça malê bi rûmet e, karê wê bê minet e
    keça bê dê wek çiyay bê rê
    kereng tên li kaşa, xwarina ker û cehşa, çi dike li mala paşa
    ker ji lêxistinê re, hesp ji bezê re
    keça baş rûsipîtiya bavê xwe ye
    kezeb çiqa şêrîn be, şîret jê şêrîntir e
    kîso avruya masî naxwo
    kor çilo li xwedê dinêre, xwedê jî wilo lê dinêre
    kund çêlika xwe dixwe, û paşê bi ser de digrî
    kuştiyê di ber xelkê re
    ku xwedê li hev anî, nûrê dikim kevanî
    kurî li felan, xwarzî li xalan
    ku hat malxwirê malê, ku nehat qeda li salê
    kûçik ji ku bitirse, wê de direyî
    kûsi misk naxwe
    kulek xwar e dû rast e
    li bejnê nêrî, bi zêra kirî, laçik rakir kertkê gurî
    li gora makê golik pak e
    li deriyê kesî nexe bi tilîka, bila kes li deriyê te nexe bi mîrkutan
    li dû bîhna kebabê çû, rastê daxkirine lingê kerê hat
    li ku mefaye li wir bav û biraye
    ling li qeydê çav li seydê
    li malê tune dînar, navê keçikê hezar
    li kerê mirî digere ku nalan jêke
    li pişt baranê qaçil dike
    li ser me bû roja reş
    mal vedigere can venagere
    mal an ji xelayre, an ji belayre
    mala bavê meydane mala xezûr zindane
    mala bavê mêran
    mala bavê min dûrbûna, minê têr pesnê wan bidana
    mêr çole jin gol e
    mala dîna, rabûn hev bi pihîna
    mala zarok têde ehreman naçê têde
    malê dinê qiloçê mêran e
    mamo ne li mal e, mala mamo gale gal e
    manê tirekan ardê cehîne
    mar çiqa hokan bide xwe, gere rast here qulê
    mar pêve da , ji siya werîs tirsiya
    me girt tajî, derket tol tajî
    me hêştir nedîne li rêzê, qey me pişkul jî nedîne li pirêzê
    melê ne xwendî, digere li nav gund î ?
    merî pîvazê nexwe bin devê merîyan nayê.
    mewija hebana, ne dixwe ne dide cîrana
    mezbût bikole asas, ji bo dil neke wase was
    mezin reqisî, biçûk hewis
    mêr di ser re heram e
    mêr tev mêr be, jin tev jin be, kî mihtacê kê be
    mêr çem e, jin gol e
    mêr mêr e çi kulek, çi nabîna, çi kerr e
    mêra mêr kuşt, senemê hûrî şûşt
    mêrê ehmeq dibê ez
    mêrê çê di roja teng da fêm dibe
    mêrê xeber jin, berxê ber bizin, şûva bi kizin tu tişt jê dernayê
    mêş û gamêş xwedî tînin pêş ?
    mêvanê yekî, mêvanê gundek î
    min go û nego
    mirin tê rastê, çavê tevan li revê
    mirî ne hêjayê şînê, ku mirov jê re şînê bike
    mirî melûn nebe, di gorê de cî fireh e
    mirîşk biqare, hêkê dike
    mirîşk û rovî danaynin kirîvî
    mirîşk di xewa xwe de gilgil dibîne
    min xelk hînkir govendê, êdî kesî bi destê min negirt
    mirov barê xwe hilnegre kes barê mirov hilnagre
    mirov bi pirsê diçe xursê
    mirov bi nasan digî xasan
    mirov li siya dirikê ranakeve, li siya darê radikevce
    mirov li ber kaniyê tî namîne
    mirov here goristanê , ku gora mirov tê de hebe
    mirov nekev govendê, ku ketê divê xwe bileqîne
    mirov ji qehran xwe davê behran
    mirovê pîsgotinê wî bi qîlene, yê baş gotinên wê şekir û xurmene
    mirovê şît bi dilê pît ?
    mirovê bêwelat, mîna çûka bêper û bazk
    mirovê derd lêketî, bi derdan zane
    mirtib kerr dibin, defê diqetînin
    mirtib kulibî def qetiya
    mişk çiqa axê bikole, bi serê xwe de dike
    mişk naçe qulê carokê bi dûvê xwe ve girê dide
    nan û pîvaz û nexweşî,çavreşî ye
    nanê bibe kerî hev nagire
    nanê mêran li ser mêran deyn e
    nav heye navok tuneye
    nava du dîna de zincîr diqete,nava du jîran de mû naqete
    navê wê edlan e,ji mêrê xwe re nezan e,ji xelkê re kevaniya bîst heft malan e
    ne gayê min li garanê ye,ne galgala nanê gavan dikim
    ne dixwim savarê,ne diçim hewarê
    ne ji fesadan be ewê rovî here sûkê
    ne ji fesadan be, ewê gur û mî bihev re biçêrin
    ne jina kenokî,ne mêrê fêtokî
    neyar bi rewşa neyar nizanin
    ne di dînan e,ne jî qûna xwe bide dîna
    ne mal ji kurê qenc redane nejî ji yê xerab re
    ne yek e,ne duduye,hezarê bi hezar e
    ne pîvaz e,ne sîr e,tê digere wek e qîr e ?
    nezan î,mal bistîne bi ciwan î
    nezan e,riya malê nizane
    ne gaye,ne zaye
    ne li goristana radikevim,ne jî xewnên xerab dibînim
    neke bi kesan,wê bê serê te,ku neyê serê te,wê bê serê pisê pisan
    nîsan e,dew li kîsan e
    nizanim rehetiya can im
    nikare bê par e
    niştiman bi çekan tê vegirtin û bi çekan tê standin
    nîskê navên dewsa kizinê,berxê navên berê bizinê,malê nebin cem mala bavê jinê
    nok heye diran tuneye,diran heye nok tuneye ?
    nokê giya rabû li ser kokê
    para xeydoka ,çû ber ecacoka
    palê xerab das û tarê diguhêre
    pelên mayî ji ên buhurtî çêtirin
    pesin daye ji waran maye
    peşka tarî zalimek î,belav bû li welatek î
    petêxa zer tim ji kosiya re ye
    pezê bi tenê guran xwariye
    pêçiya neçe qulê,tişt pêve nade
    piç bi piç xwe gihand qunc
    pirskin esla hêna kêrê bidin wesla
    piravî bi feydene ,paşî serhevdene
    pirêza me bi sap e,kera me bi xal û ap e
    pîr bi desmêj be,sal dirêj e
    polan hişk û sar,kadîn tar û mar
    qam ji qama kermêşê,deng ji dengê gamêşê
    qaz bi refa xwe re baz e
    qeda û bela hene li reya
    qedrê mêvana qedrê xwedê
    qedrê gulê çi zane,kerbeş dibê kerê reş
    qencî qenciyê nas dike
    quling dibê kundo:tu çima ketî xerab cihan,kund dibê:ji dengê deng seran
    qûn bi qûnkaşkê ji kîr xelas nabe
    qûna tazî tembûr dixwazî
    quzê gewr di derpê re xwanêye
    quzê par rewisî,îsal bîhn dide
    qûtê kuwarê,heta buharê
    qam ji qama kermêşê,deng ji dengê gamêşê
    qaz bi refa xwe re baz e
    qeda û bela hene li reya
    qedrê mêvana qedrê xwedê
    qedrê gulê çi zane,kerbeş dibê kerê reş
    qencî qenciyê nas dike
    quling dibê kundo:tu çima ketî xerab cihan,kund dibê:ji dengê deng seran
    qûn bi qûnkaşkê ji kîr xelas nabe
    qûna tazî tembûr dixwazî
    quzê gewr di derpê re xwanêye
    quzê par rewisî,îsal bîhn dide
    qûtê kuwarê,heta buharê
    rastiyê vemeşêr,û mebê ez im şêr
    reş bi reş kenî,beş çû li newala tewş kenî
    rev nîvê mêraniyê ye
    rê riya mirinê be jî tu her li pêş be
    rêç rêça kera cûn e,sûc sûcê bûkê nû ne
    rêncber û maldar nabin hem war ?
    riya azadiyê,bi xwîna şehîdan rohnî dibe
    roj tê hêk ji hêka mirov xurttir dertê
    roj dere qeza nare
    roviyê zexel,bi her du nigan dikeve dafikê
    rastiyê vemeşêr,û mebê ez im şêr
    reş bi reş kenî,beş çû li newala tewş kenî
    rev nîvê mêraniyê ye
    rê riya mirinê be jî tu her li pêş be
    rêç rêça kera cûn e,sûc sûcê bûkê nû ne
    rêncber û maldar nabin hem war ?
    riya azadiyê,bi xwîna şehîdan rohnî dibe
    roj tê hêk ji hêka mirov xurttir dertê
    roj dere qeza nare
    roviyê zexel,bi her du nigan dikeve dafikê
    saxo bi xwedê re,çirûyo bi dinê re
    serê were birîn,nayê kirîn
    serê min bi şar e,çibikim dilê min bi jar e
    serîkî çortan e,birkî mêvan e
    sero sero te çi xwero
    sêwî sitirî,melek etirî
    sêwiyê xiya ket balixiya
    sibat tiro viro,adar ma bîst û du ro
    sikûtê ziman,silametiya îman
    siltik hatin bûn siltan,pêlik danîn çûn asîman
    silto bû kevanî,golika werîs hilanî
    sîrê kerê encax sippe mezin dike
    sîrkut hilat,mîrkut dahat
    siwar siwar e,li siya xwe guhdar e,li nava serî nexe dîn û har e
    siwarê kerê ne tu war e
    soz bûne toz
    şadê rovî dûvê roviye
    şaqilî,bi aqilî ji para li xwe varqilî
    şeko navê xwe li hevalê xweko
    şeref ji jiyanê mezintir e
    şêr ji guhera xwede bewliye
    şînê negotiye singê konê bikute
    şîr dot seradê,bêjing da binî
    şîrê kerê ji cehşa kerê re ye
    şorbe zik dike torbe
    şoreta kerê palasawiye
    şûrê kê tûj be ew dinê dixwe
    şûrê kê tûj be bila li çaqa min bikeve
    şûşa dilan weke dişkê cebar nabe
    tariya bê roj e
    teq teq stûnê,yek çû yek ket şûnê
    temaşe ji mewijan xweştir e
    temûz e kakil ket gûz e
    temûz dipêje,tebax dirêje
    texmîn rêbir e,aqil hakim e
    tene bû firîg,mele bû şirîg
    têr xwarin tune danîn edet e
    tim kirasê hesûdan kin e
    timahî tim kêmahiye
    tirs hebe erd giran dibe
    tirs berê mirinê nagirê
    tiştê bi nîvî,jê neke hîvî
    tiştê destan kir kesan nekir
    tiştê ku nebe qiyamet,ku bû xêr û silamet
    tîr çêkim dan dere, ron çêkim nan dere
    tovê xwê ye,pisê hêstirê ye ?
    tu bidî zîtika nedî zîtika,tuyê bidî heqê dîzika
    tu bihusta wî zêr deynî newêre
    tu car bo mirovê xerab xwe xera nekî,ku xera bikî,tu yê ser piştê li erdê bikevî
    tu çûyî bajarê yek çavan,divê tu jî çavek xwe bigrî
    tu kevira di dilê wî kî newêre
    tu tenekê di ava zêr rekîjî dîsa tenekeye
    tu yek kurkê neheqiyê li xwe nake
    varikên nû rabûne hêkên sor dikin
    welat xweş e ,bi welatiyan
    welat ji dê şêrîntir e
    wetaq bi obê ma, kevçî bi kodê ma
    wexta kar rû dizivirîne,wexta şîvê kevçiyê tîne
    wî tûrê xweş e li serê wî ker î
    xan nabe bê mêvan
    xana bê mêvan ehreman lê civan
    xanika xido,yek nebû dora dudo
    xwarin gend û gû şûştin reng û rû
    xwarin ya herkesî ye,mêranî ne ya herkesiye
    xeber xweşa ker da guran
    xebera xweş bi cîranan re,feyda xweş bi nasan re
    xwedê yar be ,bila şûr dar be
    xwedê serî dibîne,kumê lê datîne
    xwedê mirov şaş neke,fehş neke û di erdê re kaş neke
    xwedî kir bi destê xwe,kir emelê serê xwe
    xerab ji kul û qotikan,baş jî ji dost û yaran xalî nabin
    xwîn bi xwînê nayê şûştin
    ya em bixemlînin ya biqelînin
    yek heye bi sedî,sed heye ne bi yekî
    yek li mirinê,yek li kirinê
    yê ku ji jina xwe netirse, ne tu mêr e
    yê ku bi jina xwe nikare,ne tu mêr e
    zengil hilat,mengil dahat
    zevî tuneye teyrik maneye
    zimanê sor digere bê dor?
    zimano leq,seriyo teq.
    zor digihîje tor,tor ji taşiyê siviktir dibe
  • vol.2'nin türkçe karşılıkları nerede?

    vol. 2'deki tembelliğin sona ermesini dilediğim başlık. iki kelam da olsa bilmeyelim mi yani?